Awustralya: Em bi girîngî li rewşa Herêma Kurdistanê dinêrin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Awustralya ya li Iraqê Paula Ganly kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê 29ê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Balyoza Awustralya ya li Iraqê Paula Ganly kir ku piştî destbikarbûnê yekem car e serdana Herêma Kurdistanê dike, da ku ji nêzîk ve rewşa Herêma Kurdistanê û dîtin û nêrîna Serkirdetiya Herêmê ya di derbarê pirsan de bizane.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest, herwiha xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan ya di hemû waran de li gel Awustralya derbirî û spasî piştgîrî û alîkariya welatê wê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî terorê de kir.

Ji aliyê xwe ve Ganly tekezî li wê yekê kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyarê pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya di navbera wan de û herwiha behsa rola Pêşmerge ya di têkşikandina DAIŞê de kir û pêzanînên welatê xwe ji bo hewandina koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê bi taybetî koçberên Mesîhî û Êzdî dûpat kir.

Di civînê de şerê teror û sedem û metirsiyên serhildana DAIŞê, pandemiya vîrusa Korona û helmeta derzîlêdana bi vaksîna dijî vîrusê, hilbijartinên bê yên Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên girîng û hevbeş, hatin nirxandin.