Petraeus: Milîsên ser bi Îranê, bûne serêşiyeke mezin

"Piştî hatina DAIŞê, komên ser bi Îranê careke din xwe rêxistin kirin û vê carê gelek bihêztir in."

Hewlêr (K24) – Fermandare berê yê Hêzên Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn General David H. Petraeus li ser êrîşên van demên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û hêzên Amerîkayê ku ji aliyê komên milîs ve têne encamdan, ragihand; ew komên milîs ên nêzîkî Îranê, di van 20 salên dawî de serêşiyeke mezin bo Amerîkayê çêkirine, ji ber vê yekê êrîşên esmanî yên van rojên dawî yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêwîst bûn.

General David H. Petraeus di weşaneke zindî de ji The Washington Post re diyar kiriye: “Birastî êrîşên dronan kêşeyeke cidî ji Amerîkayê re çêkirine, loma Amerîkayê bersiva wan da.”

Petraeus destnîşan kiriye: “Ew komên milîs ên nêzîkî Îranê, di van 20 salên dawî de serêşiyeke mezin bo Amerîkayê çêkirine. Eger were bîra we, me karîbû bi ser wan de biserbikevin û gefa wan ji holê rakin, lê piştî hatina DAIŞê, wan careke din xwe rêxistin kirin û vê carê gelek bihêztir in û ji aliyê Îranê ve hatine perwerdekirin û çek dane wan. Ji wê demê ve ew kom bi rêya mûşek û dronan, bi awayekî berdewam hêzên Amerîkayê kirine armanc.”

Herwiha gotiye: “Ev tevî wê yekê ku niha çend hezar serbazên me li Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ku li wan deran jî hêzên me kirine armanca wan êrîşan, ji ber vê yekê êrîşên esmanî yên van rojên dawî yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêwîst bûn.”