Wezareta Tendirustiyê amarên Koronayê ragihand

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 723 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 723 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 723 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 164 kes li Hewlêrê, 241 kes li Silêmaniyê, 286 kes li Duhokê û 32 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 549 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 93 kes li Hewlêrê, 219 kes li Silêmaniyê, 201 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 185716

Mirin: 4477

Başbûn: 173690

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.