Li Bexdayê teqîn!

Di encama teqînê de 8 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; vê êvarê li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê teqînek rûda.

Li gor ragihandina Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, vê êvarê li bazareke devera Sedr a li rojhilatê bajarê Bexdayê bombeyeke vedayî teqiya.

Hat eşkerekirin ku di encama teqînê de 15 kes birîndar bûne û ambûlansên ku hatin cihê bûyerê, birîndar rakirine nexweşxaneyan.