Li Merîwanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa pasdarên Îranê de kolberekî kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa pasdarên Îranê de kolberekî kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye; îro danê êvarê li zozana sînorî ya Tete li nêzîkî bajarê Merîwanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Navê yê kuştî Keywan Heq Muradî (32 salî) û navê yê birîndar jî Sîrwan Texanî ye û her du jî xelkê bajarê Merîwanê ne. Tê gotin ku rewşa kolberê birîndar jî baş nîne.