Çekdarên DAIŞê êrîşî başûrê Kerkûkê kir

Çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrîşî ser hêzeke Polîsa Federalî kirin û derbasî nava gundekî jî bûn û 3 kes birîndar kirin.
Hêzeke Polîsa Federalî - Arşîv
Hêzeke Polîsa Federalî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrîşî ser hêzeke Polîsa Federalî kirin û derbasî nava gundekî jî bûn û 3 kes birîndar kirin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê derbasî nava gundê Hesen Şelal yê ser bi Daqoqê bûn û şer di navbera wan û Polîsa Federalî de derket.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, nêzîkî 10 çekdarên DAIŞê êrîşî ser gund kir û xelkê gund jî bi Polîsa Federalî re rûbirûyî çekdarên DAIŞê bûn û di encamê de 3 kes birîndar bûn.