Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere dike, hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê careke din zêde bûye.
Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di raporta vê hefteyê de mixabin careke din hejmara pêketiyên Koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe.”
Dr. Saman Berzincî got: “Ev rewşa niha bi zêdebûna amarên Koronayê li hin welatan û Iraqê re hevdem e. Divê welatî rêkarên xweparêziya ji vê vîrûsê cibicî bikin.”
Destnîşan kir jî, “Li ser vexwandina Parlamentoya Kurdistanê, îro serdana Parlamentoyê dikim û raport û zanyariyên derbarê vîrûsa Koronayê û sektora tendirustiyê bi giştî pêşkêşî Parlamenteran dikim.”