Dijeterora Kurdistanê: Şehîdkirina Emîn Îse berdewamiya kiryarên dijmirovahî yên PKK'ê ye

Dezgeha Dijeterora Kurdistanê şehîdkirina Emîn Îsa di bin eşkenceyê de bi tundî şermezar kir.
Emîn Îsa Elî
Emîn Îsa Elî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterora Kurdistanê şehîdkirina Emîn Îsa di bin eşkenceyê de bi tundî şermezar kir û ragihand, “Şehîdkirina Emîn Îse di bin eşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK'ê ye.”

Dezgeha Dijeterora Kurdistanê derbarê şehîdkirina endamê PDK-Sê Emîn Îsa di zîndanên PYDê de di bin eşkenceyê de daxuyaniyek li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir.

Di daxuyaniyê de hat: “Şehîdkirina Emîn Îse di bin eşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK'ê ye.”

Dijeterora Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “PKK wek pîşeyê xwe yê her tim, li her derê hest bi desthilat û xwesepandinê bike, dûrî yasayê û urfên mirovatiyê, ji bilî xwe rê nade ti bîr û hizrên din.”

Herwiha got: “Desteserkirin, eşkencedan û şehîdkirina Emîn Îsa ji aliyê PYDê ve ku dirêjahiya PKKê ye û şermezarkirina vê tawanê ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ve, wê rastiyê tekez dike ku PKK û PYD wek du rûyên diravekî ne, Ji bilî hêzeke dijmirovahî, radîkal, takperestî, xwespandin û dij-Kurdistanê, tiştekî wan ê din nîne.”

Emîn Îsa Elî ku endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, roja 22ê Gulana borî ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî dibêje, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

Emîn Îsa Elî ji dayikbûna sala 1986an e û ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê ye. Emîn zewicî ye û bavê 2 zarokan e.