Bi fermana Serokwezîr ji malbatên şehîdan re erd û zevî têne dayîn

Wezareta Şehîdan lîsteya malbatên şehîdan amade dike ku pêştir biryara dabeşkirina zeviyan li ser 16 hezar malbatên şehîdan hebû.
Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan
Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amadekarî ji bo dabeşkirina zeviyan li ser malbatên şehîdan tê kirin. Wezareta Şehîdan jî lîsteya malbatên şehîdan amade dike û diyar dike jî ku pêştir biryara belavkirina zeviyan li ser 16 hezar malbatên şehîdan hebû û zevî li şehîdên şerê DAIŞê jî tên belavkirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî Sasan Ewnî ji K24ê re ragihand, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran rênimayên belavkirina zeviyan li ser malbatên şehîdan ji wan re şandine û niha hevahengiyê bi Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan re dikin, ji bo cibicîkirina karên pêwîst.

Sasan Ewnî diyar kir: “Wezareta Şaredariyê tenê hejmar û rûberê zeviyan dabîn dike. Lîste dê ji Wezareta Şehîdan ji Serokatiya Encûmena Wezîran re werin pêşkêşkirin, li wir jî dê bi fermî werin pesendkirin, piştre em ê wê biryarê cibicî bikin.”

Yek ji îmtiyazên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo malbatên şehîdan pêşkêş dike, dabînkirina zevî ye bi armanca avakirina yekeyên akincîbûnê. Wezareta Şehîdan jî kar li ser lîsteya malbatên şehîdan dike û piştre dide Encûmena Wezîran.

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Berevan Hemdî ji K24ê re got: “Di vê kabîneyê de ji bo vê mijarê, em bi serjimêriya giştî ve mijûl in, da ku çareseriyeke bingehîn were dîtin.”

Herwiha eşkere kir: “Niha 16 hezar malbatên şehîdan li Herêma Kurdistanê rizamendiya Encûmena Wezîran ji bo wergirtina parçeyên zevî wergirtine. Em ligel malbatên şehîdên şerê DAIŞê, ligel Wezareta Şaredarî vê mijarê gotûbêj dikin û dê piştre biçe Encûmena Wezîran, li gor şert û merc û rewşa darayî, li wê derê biryara dawî dê were dayîn.”