Li Herêma Kurdistanê 729 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 729 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 729 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 729 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 197 kes li Hewlêrê, 200 kes li Silêmaniyê, 260 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê û 69 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Silêmaniyê û 5 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 464 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 80 kes li Hewlêrê, 205 kes li Silêmaniyê, 147 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 186445

Mirin: 4485

Başbûn: 174154

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.