Rapora li ser destdirêjiyên Tirkiye û PKKê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê tê kirin

“Me daxwaz kiriye ku zirardîtiyên şerê PKK û Tirkiyê werin qerebûkirin."
Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî
Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî

Hewlêr (K24) – Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî ragihand: “Me daxwaz kiriye ku zirardîtiyên şerê PKK û Tirkiyê werin qerebûkirin. Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê rapora xwe ya li ser destdirêjiyên Tirkiye û PKKê yên li axa Iraq û Herêma Kurdistanê, dide Serokatiya Parlamentoya Iraqê.”

Nasir Herkî ji K24ê re diyar kir: “Me rapora xwe li ser destdirêjiyên artêşa Tirkiyê û PKKê amade kiriye û me daye Serokatiya Parlamentoya Iraqê û di demeke nêz de jî em ê pêşkêşî Serokê Encûmena Wezîran bikin.”

Herkî eşkere kir: “Me di raporê de daxwaz kiriye ku hikûmeta Iraqê bi rêya dîplomasiyê li Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayîşê daxwaza sînordarkirina destdirêjiyên artêşa Tirkiyê bike û di nav xwe de jî hikûmet rêkarên pêwîst ji bo derxistina PKKê ji deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bike û jûreke operasyonê ya hevbeş jî di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de were pêkanîn.”

Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê Nasir Herkî eşkere kir ku di raporê de hatiye daxwazkirin ku pasevanên sînor werin zêdekirin û kesên ji ber şerê Tirkiye û PKK şehîd bûne, weke şehîdên terorê werin nasîn û kesên zirardîtî werin qerebûkirin.