Meha borî herî kêm 8 kolberên Rojhilatî hatine kuştin

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye; di heyama meha Hezîrana îsal de 8 kolberên Rojhilatî li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê û di êrîşên pasdarên Îranê de hatin kuştin.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Meha borî herî kêm 8 kolberên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên hêzên Îranê de hatin kuştin.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye; di heyama meha Hezîrana îsal de 8 kolberên Rojhilatî li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê û di êrîşên pasdarên Îranê de hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, di wê heyamê de 11 kolber jî birîndar bûn ku 9 kes ji wan di êrîşên pasdaran de û yek bi guleya hêzên Iraqî û yek jî bi guleya hêzên Tirkiyê birîndar bûn.

Meha Hezîranê herî zêde kolber li Sine hatin kuştin û birîndarkirin ji ber ku li wê parêzgehê 4 kolber hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li Urmiyê 2 kolber û li Kirmaşanê jî 2 kolber hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.