Lavrov bo K24: Min ji rayedarên Herêmê re gotiye nimûneya pêkvejiyanê bigihînin Kurdên Sûriyê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiva pirsa Kurdistan24ê da û ragihand: “Me bi awayekî berdewam gotûbêja navbera Kurd û Şamê han daye."

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiva pirsa Kurdistan24ê da û ragihand: “Me bi awayekî berdewam gotûbêja navbera Kurd û Şamê han daye û wan bi mayîna Amerîkayê pêwendiyên xwe ligel Moskowê kêm kirine.” Herwiha eşkere kir: “Min ji rayedarên Herêma Kurdistanê re gotiye ku nimûneya pêkvejiyanê bigihînin Kurdên Sûriyê.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro ligel Wezîrê Derve yê Behreynê Ebduletîf El Ziyanî civîneke çapemeniyê encam da û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Derbarê Herêma Kurdistanê de Sergey Lavrov diyar kir: “Min ji rayedarên Herêma Kurdistanê re gotiye ku nimûneya pêkvejiyana aştiyane veguhezînin Kurdên Sûriyê.”

Lavrov eşkere kir: “Li Sûriyê rayedarên Kurd dema fêm kirin ku Amerîka dimîne, asta hemahengî û pêwendiyên xwe yên ligeş Rûsyayê kêm kirin.”