Ji Berdevkê Hevpeymaniyê peyama bi Kurdî: Di têkbirina DAIŞê de alîkariya me bikin

Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî peyamek belav kir.

Wayne Marotto di peyama xwe de diyar kir: “Di van 7 rojên dawî de, CJTFOIR bi hevkarên xwe re li Iraq û Sûrîyê 9 operesyonan li dijî DAIŞê pêk anî û nehişt 7 terorîstên DAIŞê kiryarên terorî li hember gelê Iraq û Sûrîyê bikin.”

Marotto herwiha hejmara telefonekê parve kir û got: “Di têkbirina DAIŞê de ji hejmara jêrin alîkarîya me bikin: +9647512451273 (Iraq).”