EURO 2020: Îtalya û Îspanya di nîvê fînalê de tên hemberî hev
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Munihê yê Almanyayê li Allianz Arenayê di maça fînala çaryekê de Belçîka û Îtalya hatin hemberî hev.
Îtalyayê di vê maçê de di xuleka 31ê de golek avêt. Nicola Barella bi lêdana xwe gog şande qeleya tîma hemberî xwe û tîma wî bi 1 – 0 kete pêş.
Di xuleka 44an de bi gola Lorenzo Insingne tîma Îtalyayê bi 2 – 0 car din pêş ket.
Tîma Belçîkayê di xuleka 45+2an de ji penaltiyê golek avêt û encam bû 2 – 1.
Maç bi encama 2 – 1 bi dawî bû û Îtalya di nîvê fînalê de, dê li hember Îspanyayê bilîze.
Maça di navbera Îtalya û Îspanyayê de dê li Londona paytexta Îngilterayê, roja 6ê Tîmehê were lîstin.