Tirkiyê li hember biryara Amerîkayê bertek nîşan da

Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir; ji ber ku Amerîka, Enqere xistiye nav lîsteya hikûmetên ku destê wan di bikaranîna leşkerên zarok de hene, durûtî kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir; ji ber ku Amerîka, Enqere xistiye nav lîsteya hikûmetên ku destê wan di bikaranîna leşkerên zarok de hene, durûtî kiriye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Amerîka bi awayekî eşkere piştgiriyê dide PKK û YPG yên zarokan bi zorê dikin leşker.” Herwiha got: “Washington bi cot-standartan tevdigere û durûtiyê dike.”

Li gor heman daxuyaniyê, komên çekdar ên PKK ku bêhtirî 40 salane li dijî Tirkiyê şer dikin ne lîsteyê de bûne, vê yekê jî rayedarên tirk wek tiştekî ecêb pênase kirine.

Washingtonê roja pêncşemê Tirkiyê xistibû lîsteya welatên ku tiliya wan di bikaranîna zarokan de hene û bi vî awayî cara pêşî welatekî NATO ketibû vê lîsteyê.