Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 4500 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 466 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 466 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 35 kes li Hewlêrê, 114 kes li Silêmaniyê, 314 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 631 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 187584

Mirin: 4500

Başbûn: 175456

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.