Sedr: Ez mizgînî didim we, di demeke nêz de ez ê bimirim an jî şehîd bibim

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda li ber berpirsên tevgera xwe gotarek pêşkêş kir û tê de behsa çalakbûna tevgera xwe kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr li ber berpirsên tevgera xwe gotarek pêşkêş kir û tê de behsa çalakbûna tevgera xwe kir.

Muqteda Sedr di axaftina xwe de ku fermandar û berpirsên bilind ên tevgera wî amade bûn, diyar kir: “Ji aliyekî ve tiştê ku dê Tegera Sedr çalak bike, mirina min an kuştina min e.”

Sedr got: “Ez mizgînî didim we, dema mirina min an jî şehîdbûna min nêzîk dibe.”

Ev gotinên Muqteda Sedr di demekê de ye ku Iraq ber bi dema hilbijartinên pêşwext nêzîk dibe.

Di heman demê de li parêzgehên navîn û başûrê Iraqê nerazîbûna xelkê zêde bûye, bi taybetî ji ber tunebûna elektrîkê û xirabiya rewşa xizmetguzariyan.