Li Kirmaşanê ji ber teqînekê 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li gor rêveberiya polîsê Kirmaşanê şeva borî li taxeke bajarê Kirmaşanê ji ber teqîna guleyeke hawanê 2 kesan canê xwe ji dest dane.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor rêveberiya polîsê Kirmaşanê şeva borî li taxeke bajarê Kirmaşanê ji ber teqîna guleyeke hawanê 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Medyaya xwecihî ya Kirmaşanê belav kiriye duhê êvarî derengê şeve li taxa Celaliye ya Kirmaşanê hawanek teqiyaye û piştî wê teqînê polîsê navenda Dewletabadê çûye cihê buyerê û kesekî temenê 38 sal bûye li cihê bûyerê koça dawî kiriye û kesekî 54 salî jî birîndar bûye. Herwiha ew birîndar heta veguhestina nexweşxaneyê di rê de miriye.

Li gor zanyariyan ew guleya hawanê di xaniyekî vala de pêk hatiye û ew kesên di wî xaniyê vala de bûn bengiyên maddeyên hişbir bûn û di dema teqîna wê hawanê de li nava wî xaniya bûne.

Li parêzgeha Kirmaşanê jî weke parêzgeh û bajarên din ên Îranê roj bi roj jimareya bikaranîna maddeyên hişbir zêde dibe û bengiyên maddeyên hişbir li xanî û cihên bêxwedî û valakirî dijîn.