Kerkûk.. Kompanyayeke gazê bi mûşekekê hat armankirin

Çekdarên DAIŞê şeva borî bi mûşekeke Katyusha êrîşî kompanyaya Gaza Bakur li başûrê Kerkûkê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê şeva borî bi mûşekeke Katyusha êrîşî kompanyaya Gaza Bakur li başûrê Kerkûkê kir.

Jêderekî ji Polîsa Kerkûkê ji K24ê re ragihand, çekdarên DAIŞê ji gundewarê Hewîceyê ve ew mûşek avêtibûn û aramnca wan teqandina komgehên kompanyaya Gaza Bakur bû, lê mûşek li derveyî kompanyayê ket û ti ziyan çênebûn.

Diyar kir jî, hêzên ewlehiyê gihîştin cihê ketina mûşekê û dest bi lêkolînan kirin.

Kompanyaya Gazê ya Bakur, kompanyayeke hikûmî ya Iraqî ye, li Kerkûkê kar dike û gazê berhem tîne.

Ji aliyekî din ve, Kompanyaya Enerjiya Elektirîkê li Kerkûkê ragihand, 3 bircên veguhastina elektirîka 132 KV li navçeya Reşad li başûrê rojavayê Kerkûkê bi bombeyên vedayî hatin teqandin.