Peymangeha Gold: Kurdistan24 ji bo deverên Kurdistana mezin çavkaniya yekem e

Peymangeha Gold a ji bo Stratejiya Navdewletî bi daxuyaniyekê nîgeraniya xwe li hember reftarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên derbarê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê de nîşan da.

Hewlêr (K24) – Peymangeha Gold a ji bo Stratejiya Navdewletî bi daxuyaniyekê nîgeraniya xwe li hember reftarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên derbarê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê de nîşan da û Kurdistan24 weke çavkaniya yekem a ji bo hemû deverên Kurdistana mezin bi nav kir.

Peymangeha Gold a ji bo Stratejiya Navdewletî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Ev rêkara ku hêzên PYDê û îdareya Rojava li dijî Kurdistan24ê girtiye ber xwe, bêyî agahdarkirina pêşwext û bêyî ravekirina biryara xwe, gelek guman dixe ser wan bangeşeyên îdareyê ku ji bo parastina azadiyên bingehîn dike, ew azadiyên ku gelê Kurd bi dirêjahiya bi dehan salan ji bo wan têkoşînê dike.”

Peymangehê di daxuyaniyê de bal kişandiye ser wê yekê ku ev cara duyem e ku PYD nivîsgehên Kurdistan24ê digre, lê di heman demê de bangeşeya wê yekê dike ku ew çareseriya demokratîk dixwaze û hemû mafên rewşenbîrî û niştimanî û siyasetên temamê pêkhateyên herêmê nas dike, ku pir çandî û pir dengî û pir rengî ye.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Em di wê baweriyê de ne ku çavdêrî û sansura ser medya û çewisandina bîr û ramanan amrazeke guncaw nîne ji bo gihiştina armancên partiyê ku di karê xwe de bangeşeya wan dike.”

Peymangeha Gold a ji bo Stratejiya Navdewletî tekezî li ser karê pîşeyî û profesyoneliya Kurdistan24ê dike û dibêje: “Li hemû cîhanê gelek kes ji bo gihiştina nûçe û zanyariyên bêalî û profesyonel ên li ser bûyer û geşedanên her çar parçeyên Kurdistanê yên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyê, Kurdistan24ê temaşe dikin. Em di wê baweriyê de ne ku sansurkirina Kurdistan24ê mayeya nîgeraniyeke mezin e û metirsiya vî karî ji girtina deriyê sînorî yê Sêmalka zêdetir e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Em hêvî dikin ku ev bûyera reş nebe nîşaneya destpêka serdemeke nû û îdareya wê herêmê ber bi destdanîna ser desthilatê gav neavêje û bi hêvî û geşbînî li civaka azad binêre, çimkî Kurdên Sûriyê ji bo pêkanîna azadiyê gelek têkoşîn kirine.”