Xezalî: Balyozxaneya Amerîka ne armanca me ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Emîndarê Giştî yê Asayib Ehiluheq Qeys Xezalî derbarê êrîşa îro ya li ser Balozaneya Amerîka li Bexdayê de radigihîne, Amerîka ne armanca grûpên “bereya miqaweme” ye.
Qeys Xezalî li Twittera xwe nivîsî: “Ji bo dosya tevlîhev nebin, heta niha Balyozxaneya Amerîka neketiye çarçoveya armanckirina gûrpên miqaweme yê.”
Xezalî tekez kir jî, eger Balyozxaneya Amerîka bikeve çarçoveya armanckirina grûpên miqawemeyê, ew mûşekên Katyusha yên bi hûrî armancên xwe nagirin bi kar nayînin, bi taybet li armancên nêzîkî cihên sivîlan.
Xezalî tekez kir, cekên pêşkeftîtir û bi hûrî armancan digirin hene û di operasyonên çend rojên pêştir de ew yek hat çespandin.
Îro berbangê careke din Herêma Kesk a Bexdayê û Konsolxaneya Amerîka bi mûşekên Katyusha hat armanckirin û li gor zanyariyan hejmarek kes birîndar bûn.