“Astana” tekeziyê li ser serwerî û yekperçeyîya Sûriyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Welatên gerentîkar ên Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îran) tekeziyê li ser serweriya Sûriyê, jinavbirina terorê û têkbirina projeyên dabeşkirina Sûriyê dikin.
Gera 16emîn a danûstandinên Astanayê ku duhî 7 Tîrmehê li bajarê Nur-Sultan Paytexta Kazixistanê bi amadebûna şanda hikûmet û opozîsyona Sûriyê û bi çavdêriya Netewên Yekgirtî û her sê welatên gerentîkar (Rûsya, Tirkiye û Îranê) dest pê kiribû, îro bi dawî bû û her sê welatên gerentîjar daxuyaniyeke hevbeş de li ser hin xalan li hev kirin, ji wan jî:
- Welatên gerentîkar yên Astanayê tekeziyê li pabendbûna xwe bi serweriya Sûriyê û yekperçeyîya xaka wê li gor belgeyên Netewên Yekgirtî dikin.
- Welatên gerentîkar di têkbirina terorê bi hemû awayên wê de û rûbirûbûna projeyên dabeşkirina Sûriyê de berdewam dibin. Herwiha welatên gerentîkar li hev kirin ku hevahengiya xwe ji bo jinabirina DAIŞê, Eniya Nesrayê, Desteya Tehrîr El-Şamê û hemû rêxistinên girêdayî El-Qaide û yên li ser lîsteyên terorê yên Encûmena Asayişa Navdewletî berdewam bikin.
- Welatên gerentîkar tekez li piştevaniya agirbesta li herêma kêmkirina aloziyan li Idlibê kirin, bi riya cibicîkirina rêkeftina di wê derbarê de hatiye îmzekirin.
- Welatên gerentîkar rê nadin planên cudaxwaziyê yên li rojhilatê Firatê biçin serî, ji ber ku li yekperçeyîya Sûriyê dide û dibe gef li ser asayişa niştimanî ya welatên cîran.
- Welatên gerentîkar dibînin ku bijardeya leşkerî ne çareserî ye û tekeziyê li ser proseya siyasî ya li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî dikin.
- Welatên gerentîkar tekezî li ser girîngiya civîna Komîteta Destûrî ya li Cenêvê di nêzîktirîn dem de û piştevanîkirina wê kirin.
- Welatên gerentîkar tekeziyê li ser derbaskirina alîkariyên mirovî li seranserî Sûriyê bê cudahî û bê mercên pêşwext kirin û bang li civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kirin alîkariyên mirovî û hawarhatinê zêde bikin.