Rûsya: Me ligel Tirkiyê behsa berdana avê ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê kir

Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev ragihand; welatê wî ligel Enqerê mijara berdana avê ji bo deverên bakur û rojhilatê Sûriyê axiviye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev ragihand; welatê wî ligel Enqerê mijara berdana avê ji bo deverên bakur û rojhilatê Sûriyê axiviye.

Di çarçoveya karên 16emîn gera danûstandinên Astanayê de, ku li bajarê Nûrsultana paytexta Qazaxistanê birêve çû, Aleksandr Lavrentyev ragihand; ligel Enqerê behsa mijara bêaviya deverên bakurê rojhilatê Sûriyê kirine.

Aleksandr Lavrentyev diyar kir: “Zêdetirî milyonek welatiyên li parêzgeha Hesekê rûbirûyî pirsgirêka avê bûne û ev jî erkê Tirkiyê ye ku gavek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê biavêje.”

Lavrentyev destnîşan kir ku rehenda mirovî ya vê mijarê heye û girêdayî jiyana çar milyon mirovan e li sînorê parêzgehên Heleb û Hesekê.