Xwendekarên serkeftî yên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê encamên ezmûnên pola bekelorya (lîse) belav kirin û hejmareke mezin ji xwendekarên Kurd yên herêma Cizîrê dixwînin, puanên bilind bi dest anîn.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê duhî encamên bekeloryayê belav kirin û serkeftina xwendekarên Kurd yên herêma Cizîrê ezmûnên xwe pêşkêş kirine, li tora civakî “Facebook” dengek veda û karvedaneke erênî li pişt xwe anî û bû cihê dilxweşiyê, bi taybet ku tevî rewşa jiyanê ya zehmet, rewşa aboriyê ya xirap û hejariyê, xwendekarên Kurd girîngiyeke mezin didin xwendinê.
Puanên bekelorya (beşa zanistî) ji 240 ye, gelek xwendekaran di ser 235 puanan re bi dest xistine. Li gor çalakvanên tora civakî, encamên serkeftiyan wiha ne:
Mihemed Hember Hesen: 239
Arî Îdrîs Se'dûn: 239
Nûr Mûrad: 239
Nûr Ehmed: 238
Awaz Usman: 238
Şaha Usman: 237
Saman Mûsa: 237
Cacan Cacan: 237
Yûsif Mihemed Salih Îmranî: 236
Amed Heso: 235