Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn

Siyasetmedar û mafparêzê Kurd Vedat Aydin 30 sal berê hatibû kuştin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedar û mafparêzê Kurd Vedat Aydin ku 30 sal berê hatibû kuştin, li ser gora xwe ya li goristana Deriyê Mêrdînê yê Diyarbekirê hat bibîr anîn.

Merasîma bibîranînê bi beşdariya rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl û malbata Vedat Aydin birêve çû. Di merasîma bibîranînê de birayê Vedat Aydin, Weysî Aydin balê kişand ku 30 sal di ser kuştina Vedat Aydin de derbas bûye, lê hê jî kiryar û kujerên wî nehatine girtin û cezakirin û sedema vê encamê jî ew e ku dewlet piştgiriya wê bûyerê kiriye. Weysî Aydin anî ziman ku bi kuştina Vedat Aydin hat xwestin ku çavtirsî bidin gelê Kurd û têkoşerên mafên rewa.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yê Diyarbekirê Zeyad Ceyalan û hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê yê Diyarbekirê Abdulah Zeytûn jî, balê kişandin ku Vedat Aydin wek yekem windayiyê kiryar nediyar tê zanîn û ew hişmendiya ku dixwaze bi kuştin û winda kirina Kurdan çavtirsî bidin siyaseta demokratîk a Kurd, îro jî berdewam dike. Lê ev şêwaz ji tu aliyekî re encameke erênî peyda nake û pirsgirêkan mezintir û kûrtir dike. Loma jî divê Tirkiye bi van kirinan re ruqal bibe û ji bo gelên li Tirkiye û Kurdistanê rêya aştî û aramîyê xweş bike.