Bereya Aştî û Azadiyê rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serokatiyê ya Bereya Aştî û Azadiyê daxuyaniyek derbarê hevdîtina Serokê Bereyê Ehmed El-Cerba bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re belav kir ragihand, Herêma Kurdistanê mala germik a koçberên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ve ye.
Desteya Serokatiyê ya Bereya Aştî û Azadiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Serokê Bereya Aştî û Azadiyê Ehmed El-Cerba kir.
Di daxuyaniyê de hat: “Di hevdîtinê de dawî pêşhatên li Sûriye û navçeyê bi giştî, hewlên civaka navdewletî ji bo çareserkirina doza Sûriyê bi awayekî dadperwerane û li gor biryara navdewletî 2254 û pêwendiyên Bereyê û opozîsyonê hatin guftûgokirin.”
Desteya Serokatiyê ya Bereya Aştî û Azadiyê diyar kir jî: “Her du aliyan tekezî li ser girîngiya destpêşxeriya Bereyê ya girêdayî bi banga li (Siûdiye, Misr û Qeterê) kirin û ku ev her sê welat xwedî bandor û giraniyeke herêmî û navdewletî ne, ji bo bibe sîwaneke erebî û roleke mezintir di doza Sûriyê de bigire ber xwe û destpêşxer be.”
Di daxuyaniyê de hat jî: “Serokê Bereya Aştî û Azadiyê rola mezin a Hikûmeta Herêma Kurditanê û Serok Mesûd bilind nirxand ku ew her dem li aliyê gelê Sûriyê bûne û Herêm di van salên krîzê de wek pişika herêma me, mala germik a koçberên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê û piştevana wî ya siyasî û manewî bû.”
Çend roj in şandeke Bereya Aştî û Azadiyê li Herêma Kurdistanê ye û îro serokê Ehmed El-Cerba hevdîtin bi Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re kiribû.