Iraq li ser pirsa avê gefê li Îranê dixwe

Iraq gefê li Îranê dixwe, eger bi girtina avê berdewam be, dê serî li dezgehên navdewletî bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Iraq gefê li Îranê dixwe, eger bi girtina avê berdewam be, dê serî li dezgehên navdewletî bide, ji bo mafên xwe yên avê werbigire.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê Mehdî Reşîd li parêzgeha Diyala di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Emê li serî li dezgehên navdewletî bidin ji bo mafên xwe yên avê ji Îranê bistînin, eger Îran bi girtina çavkaniyên avê berdewam be û peymanên navdewletî cibicî neke.”

Mehdî Reşîd got: “Aliyê Îranî ti hevahengiyê bi me re nake û hîn bi girtina ava çemên Sîrwan, Karon, Kerxe û Wend, ziyanên mezin gihandiye xelk parêzgeha Diyala ku ji bo dabçnkirina avê, bi awayekî sereke pişta xwe bi çemên ji Îranê ve tên girê dide.”

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê da zanîn, Îranê ti amadehiyek ji bo civîn û çareserkirina pirsgirêka avê nîşan nedaye.