HDP bi pêkhateyên xwe re nexşerêya xwe ya nû diyar dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi endam, rêvebir û saziyên nêzîkî xwe re, civîn û komxebatên rêxistinkirin û destnîşankirina nexşerêya xwe ya nû li dar dixe.

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi endam, rêvebir û saziyên nêzîkî xwe re, civîn û komxebatên rêxistinkirin û destnîşankirina nexşerêya xwe ya nû li dar dixe. Destpêka wan civînan ji çapameniyê re vekirî hat kirin û hat ragihandin ku ew dixwazin, bi pêkhateyên xwe re nexşerêya xwe nû diyar bikin û rêxistinên xwe berfirehtir bikin.

Parlamenterê Dêrsîmê Alîcan Unlu daxuyand ku dê ji niha û pêve xebatên ji bo rêxistinkirinê zêdetir bikin û van civînan jî bi wê mebestê li dar dixin. Unlu bal kişand ku li Bakur û hemû Kurdistanê Kurd, di ber êriş û fişaran de ne û ewê rêya xwe nû ya têkoşînê jî gengeşî bikin.

Parlamenterê Wanê yê HDPê Tayîp Temel jî da zanîn ku ew dixwazin pirsgirêk û nakokiyên ku hebin bi pêkhateyên xwe re di van civînan de binirxînin û ji bo destnîşankirina xêzerêya nû rêyeke hevpar peyda bikin.

Piştî daxuyaniyên ku mebesta civînan tê de hat ragihandin, civîn bêy beşdariya çapameniyê berdewam dike.