Çavdêr: Ji ber bandora MHP li ser AK Partî destpêkirina proseyekê ne pêkan e

Gelek şîrovekarên siyasî, axaftinên Erdoganî wek tektîkeke siyasî û bo wergirtina piştgiriya dengdêrên Kurd dinirxînin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Piştî peyamên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku li Diyarbekirê behsa proseya aştî ya 2013an de bo çareserkirina kêşeya Kurd dabûn destpêkirin kir, di rojeva vî welatî de li ser îhtîmala destpêkirina proseyeke çareseriyê nîqaş tê kirin. Gelek şîrovekarên siyasî, axaftinên Erdoganî wek tektîkeke siyasî û bo wergirtina piştgiriya dengdêrên Kurd dinirxînin û tê amajekirin ji ber karîgeriya MHP ya li ser AK Partî destpêkirina proseyekê ne mimkûn e.

Axaftinên Serokkomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê Ak Partî Recep Tayyîp Erdogan ên der barê kêşeya Kurd de mijara destpêkirina proseyeke nû bo çareserkirina kêşeya Kurd jî di rojeva vî welatî de da nîqaşkirin.

Erdogan di serdana xwe ya li Diyarbekirê de der barê bidawîbûna proseya aştî ya sala 2013an de hatibû destpêkirin HDP tohmetbar kir û amaje kir ew li ser soza xwe ya sala 2005an e ku gotibû, ‘Kêşeya Kurd kêşeya min e.’

Li gor Oral Çalişlarê rojnamevan ku di sala 2005an de bernameya Erdoganî ya li Diyarbekirê şopandibû, axaftinên wê demê dîrokî bû bo çareseriyê lê axaftinên Erdoganî di vê serdana dawî de tektîkeke siyasî û demkî ye.

Rojnamevan Oral Çalişlar ji K24ê re got: “Axaftinên Erdoganî yên 2005an heta wê salê girîngtirîn axaftin bûn li ser Kurdan. Çimkî desthilatên berê, kêşeya Kurd înkar dikirin. Piştre Erdogan proseya aştî da destpêkirin. Lê niha ji ber tifaqa li gel MHP ne mimkûn e ku proseyek bê destpêkirin. 12 milyon dengdêrên Kurd li vî welatî hene ku tesîr li encama hilbijartinan dikin. Erdogan bi mebesta dengdêrên Kurd ku hêviya xwe ji wî birîne piştgiriya AK Partî bikin behsa proseya berê kir lê ji ber karîgeriya MHP ya li ser desthilatê nikare proseyekê bide destpêkirin.”

Gelek şîrovekarên siyasî û rojnamevanên nêzî AK Partî jî peyamên Erdoganî yên li Diyarbekirê wek destpêkirina proseyeke nû ya bo çareseriyê nabînin. Yek ji wan jî rojnamevan Mahmut Ovur e.

Rojnamevan Mahmut Ovur dibêje: “Di serdemeke wiha de serdana Erdogan û bibîranîna proseya aştî bo Kurdan gelek girîng û watedar e. Lê ew nayê wê manayê ku proseyeke nû dê bê destpêkirin. Erdogan li gel hemû rîskên mezin bo çareserkirina kêşeya Kurd di 2013an de gavek girîng avêt lê ji ber siyaseta xelet a HDP prose têk çû.”

Erdogan der barê girîngiya dengdêrên Kurd de encama hilbijartina şaredariyan wek nimûne nîşan da ku bi saya Kurdan şaredariyên gelek metropolan ket destê opozîsyonê.

Di lêkolînên civakî û rapirsiyên li Tirkiyeyê de dengdêrên Kurd di hilbijartinan de wek faktoreke sereke tê nîşandayîn û tê amajekirin bêyî piştgiriya Kurdan tu alî nabe desthilat. Loma her partiyên siyasî ji berê niha zêdetir girîngiyê didin polîtîkayên li ser Kurdan.