Li Iraqê agir bi nexweşxaneyekê ket

Tendirustiya Zîqarê: 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Zîqar a Iraqê agir bi nexweşxaneyeke Koronayê ket û di bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tendirustiya Zîqarê ragihand ku agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de 36 kesan canê xwe ji dest dan.

Tîmên agirkuj û kesûkarên pêketiyên Koronayê hewl didin ku nexweşan ji şewatê rizgar bikin.

Hat ragihandin ku şewat ji ber teqîna butleke oksîjenê derketiye.

Tendirustiya Zîqarê rewşa awarte li parêzgehê ragihand û eşkere kir ku du karmendên tendirustiyê jî di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.