Li ser rasperdeya Mesrûr Barzanî oksicîn ji bo Nasiriye hat şandin

Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî oksicîn ji bo parêzgeha Zîqarê hat şandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî oksicîn ji bo parêzgeha Zîqarê hat şandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê ragihand, piştî şewata nexweşxaneya Koronayê li bajarê Nasiriye, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 26 ton oksijîna şil bo wî bajarî hat şandin.

Şandina oksicînê ji bo Zîqarê piştî wê tê, şeva borî agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de nêzîkî 94 kesî canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Heta niha sedemên şewata nexweşxaneyê nehatine zanîn, lê desthiladarên Iraqê diyar kirin ku wan komîteyeke lêkolînê pêk anîne. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî biryara jikardûrxistin û lêpirsîna bi Rêveberê Tendirustiyê û Rêveberê Berevaniya Şaristanî re da.