Buldan: Kî bixwaze bibe desthilat, divê pirsa Kurd çareser bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan da xuyakirin, di hilbijartinên şaredariyan de bi piştevaniya dengderên HDPê, namzetên CHPê, li Stenbol û Enqere û Edene û gelek bajarên din serketin. Bang li Tîfaqa Miletê kir ku ji bo çareseriya pirsa Kurd gav bavêje, eger na, bila tu aliyek li benda dengên gelê Kurd û HDPê nemîne û vê carê heman helwestê nîşan nadin.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li bajarê Dîlokê beşdarî bernameya "Hevdîtina bi gel re" ya partiya xwe bû û gotarek pêşkeş kir got: “Li welat, kî bixwaze bibe desthilat, pêwîst e pirsgirêka herî mezin, pirsa Kurd çareser bike. Eger pêşxistina demokrasî, azadî, dad û maf dixwazin, wê demê pêwîste HDPê û gelê Kurd muxatab bigrin.”
Buldan got jî: “Di hilbijartinên dawî de, li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalya û gelek deveran me piştevaniya aliyên demokratîk kir û serketin. Lê ji vir û pê ve, tîfaqa miletê û tu alî dengên gelê Kurd bo xwe misoger nebîne. li benda heman helwesta me nemîne û bila bizane em heman helwestê nîşan nadin. Em neçarê tu aliyek nînin”
Buldan derbarê doza girtina HDPê de jî got: “HDP gel e, îradeya vî welatî ye, gelên Tirkiye û Kurd dê ti carî nehêlin HDP were girtin.”