Bush: Vekişîna NATOyê ji Efxanistanê şaşiyeke mezin e

Serokê berê yê Amerîkayê George Bush ragihand; vekişîna NATOyê ji Efxanistanê şaşiyeke mezin e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush ragihand; vekişîna NATOyê ji Efxanistanê şaşiyeke mezin e û xelkê Efxanistanê bi tenê hatin hiştin, da ku çekdarên Talîbanê wan bikujin.

George W. Bush diyar kir ku şaşî di wê yekê de ye ku keç û jinên Efxanî dê rastî êş û janê werin û ji aliyê çekdarên Talîbanê ve werin kuştin.

Di payîza 2001ê de piştî êrîşên 11ê Îlonê, bi biryara George W. Bush, hêz bo Efxanistanê hatin şandin. Li ser vekişîna hêzên navdewletî ji Efxanistanê, Bush dibêje: “Angela Merkel jî weke min difikire.”

Di meha Sibata îsal de Amerîka û Talîban rêkeftinek îmze kirin. Li gor rêkeftinê Talîban soz daye ku êrîş neke ser artêşa Amerîkayê û veguhestina cîhadiyên El Qaîdeyê û DAIŞê ji wî welatî, bide sekinandin. Li hember vê, Amerîkayê artêşa xwe vekişand, tevî wê NATO jî ji Efxanistanê vekişiya, piraniya bajar û bajarokên Efxanistanê ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatin kontrolkirin, rewşa herêmê aloz bû.