Li Almanyayê hejmara miriyên ji ber lehiyê gihîşt 133 kesan

Ev bûyer weke karesata herî mezin a 200 salên dawî tê dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Almanyayê hejmara miriyên ji ber lehiyan zêde dibe.

Li herêmên Rheinland-Pfalz û Noordrhien-Westfalen ên li rojavayê Almanyayê ji ber barana zêde lehî rabûn û ev bûyer weke karesata herî mezin a 200 salên dawî tê dîtin.

Ji ber lehiyan heta niha 133 kesan canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî winda ne.

Herwiha li welatên Belçîka û Holandayê lehî rabûn û li Belçîkayê herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya kompaniya elektrîkê ya Westenergie, li her du herêmên Almanyayê nêzîkî 102 hezar kes bê elektrîk mane.

Li devera Ahrweiler a herêma Rheinland-Pfalz jî boriyeke gazê zirar dîtiye û hat ragihandin ku tamîrkirina boriyên gazê dê bi mehan bidome.