Mistefa Yavûz mala xwe kiriye muzexaneya berhemên kevin

Mistefa Fehmî Yavûz li mala xwe pere, tizbî, saet, radyo û gelek berhemên kevin kom kirine.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mistefa Fehmî Yavûz ku ji Ergani ya navçeya Diyarbekirê ye û ji mamosteyî teqewut bûye; li mala xwe pere, tizbî, saet, radyo û gelek berhemên kevin berhev aniye. Hin ji wan antîkayan jî ji aliyê dizan ve hetibe dizîn jî, ew meraqa Mistefa Yavûz her berdewam dike.

Mistefa Fehmî Yavûz Havînan li Erganiya navçeya Diyarbekirê dimîne û zivistanê jî li Îzmîrê dijî. Mistefa tîne ziman ku ji koleksiyonên wî gelek berhem hatine dizîn loma jî ew wan berheman jî bi xwe re dibe Îzmîrê û tîne Diyarbekirê.

Koleksiyonên pereyên berê, tizbiyan, sietan û heta berhemên wek sindoq, distar, firaqên berê û radyoyên berê ku ji malbatê mane, gelek berhemên çandî û antîk li mala Mistefa Fehmî Yavûz de civandî ne.

Mistefa Fehmî Yavûz ji K24ê re got : “Birayê min ê ji min biçûktir, koleksiyona pereyên kevin hebû û bi min re jî meraq çêbû. Êdî malbat, cîran û nas û dost dizanin ku ez berhemên berê dicivînim, loma jî çi kêrî wan neyê didin min. Min jî bi civandina pereyên berê dest pê kir. Piştre min li balafirgehê şêwirmendiya geştiyarî dikir û gelek pênûs bo min dihatin diyarî kirin, min wan pênûsan jî daxil kir û di nav demê de, cure zêde bûn.”

Mistefa Yavûz radigihîne ku yek ji wan radyoyên ku yekem car  li Tirkiyeyê hatiye bikaranîn li mala wan buye û wî jî piştî ku bavê wî rehmet kiriye wê jî parastiye.

Mistefa Yavûz tîne ziman ku wî hîç tizbî bikarneaniye, lê ji ber ku di serdema serhildana Şêxseîd de, Şêx Seîd ji bo bapîrê Wî Hamid Axa tizbiyekî şiyandiye û Hemîd Axa jî ji bo piştgiriya serhildanê çekdaran rê kiriye, ew tizbiyan jî di muzexaneya mala xwe de kom dike.

Mistefa Fehmî Yavûz diyar dike: “Ez li vî xaniya di sala 1958’an de ji dayîk bûme. Em wek malbat girîngiyê didin hevgirtina malbatê û her nivşên nû bav û bapîrên xwe divê nas bikin. Wêneyên mazinên me û berhemên berê jî loma girîng dibînim. Sindoqa cihêzê dayîka min, berhemên ku berê hatine bikaranîn, wêneyên mezinê malbatê û xalîçeyên ku ji 200 salî zêdetire hatine çêkirin hene li vir. Ez dixwazim berhevkariya xwe bidomînim û ezê civandina van berheman bidomînim.”

Mistefa Fehmî Yavûz, odeyeka mala xwe wek muzexaneya ku wan berhemên kevin lê civîne bikar tîne û hewl jî dide ku zêdetir berheman lê zêde bike.