Kosovo 11 welatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Herêma Kosovo 11 welatiyên xwe ku di nava DAIŞê de ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin.
Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kosovo 11 welatiyên xwe ku di nava DAIŞê de ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Serokê Navxwe ya Herêma Kosovoyê Xhelal Sveçla li Twittera xwe ragihand, 11 welatiyên wan roja Şemiyê ji Sûriyê gihîştin Kosovoyê, bêyî ku diyar bike, ew mêr, jin an jî zarok in.

Xhelal Sveçla got: “Kosovo hîna endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û em ê di rûbirûbûna tundrewî û terorê de berdewam bin.”

Diyar kir jî, heta niha dora 90 welatiyên wan li Sûriyê ne, hin ji wan çekdar bûn û beşê mezin jî jin û zarokên çekdaran in.

Kosovo yekemîn herêma Ewropayê ye ku ji du salan ve 110 welatiyên xwe bi hevkariya Amerîka ji Sûriyê vegerandine.

Li gor zanyariyan, dora welatiyên Kosovo tevlî rêxistinên terorê li Sûriye û Iraqê bûne.

Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene û Rêvebiriya xweser dibêje, rewşa van malbatan pêwîstiya wê destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan werbigirin.