Li Tirkiyê zêdetirî 8 hezar kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Tîrmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 151 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar û 946 kes baş bûne.