15 baroyên Bakur êrîşên li dijî Kurdan şermezar kirin

Bang dikin ku bila “ziman û siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bi dawî be.

Navenda Nûçeyan (K24) - 15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê êrîşên nijdarperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û bang kirin ku bila “ziman û siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bi dawî be.

Li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê di heyama 3 rojên borî de li dijî Kurdan êrîşên nijadperest qewimîn û di encama van êrîşan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 13 kes birîndar bûn.

Baroyên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê jî derbarê van êrîşan de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi gotara siyasî ya li dijî “nasname û zimanê Kurdî” kirin ku bi gotina wan ev yek bingehê ji êrîşên nijadperest re amade dike û daxwaz kirin ku ev ziman bi dawî be û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrîşan de bê destpêkirin.

Baroyan amaje bi bûyerên hevşêwe yên berê kirin û tekez kirin ku ji ber ziman û nasnama Kurdî gelek caran ev bûyer çê dibin û “divê ev bûyer takekesî û edlî neyên dîtin” û baroyan “siyaseta cudakar a li gel zimanê tundûtûjiyê, êrîşên li ser ziman û nasnama Kurdî, sistiya hêzên emnî li hember van bûyeran û nebûna lêpirsîneke karîger a yasayî” wek sedemên van êrîşan nîşan dan.

Herwiha her 15 baroyan di daxuyaniya hevbeş de êrîşên nijdarperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û daxwaz kirin ku dawî li “siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bê anîn û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrîşan de were kirin.