Li Duhokê bûyera trafîkê: 7 kes bûn qurbanî

Di navbera Duhok û Baedrê de di demjimêr 2ê şevê de du otomobîl li hev ketin.

Duhok (K24) – Di navbera Duhok û Baedrê de di demjimêr 2ê şevê de du otomobîl li hev ketin û di encama bûyerê de du kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, her du şofêr ku li hev ketin, di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku di bûyerê de 5 kes jî birîndar bûne û birîndar bo nexweşxaneya Duhokê hatine rakirin, lê yek ji birîndaran birîna wî giran e û di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ye.