Diyarbekir.. Di cejna Qurbanê de cihên geştiyarî tije bûn

Cejna Qurbanê li Bakurê Kurdistanê bi pîrozbahî û geştan hat derbaskirin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê ji ber ku di cejna Qurbanê de, qedexe tune bûn, li gel ku pîrozbahiyên cejnê hatin kirin, şûnwarên geştiyarî jî bi geştiyarên bajêr û yên ku ji derveyî bajêr hatine tije bûn. Bi taybet Pira Deh Çavî ya Dîrokî, ciyê dîmenên rengîn bû. Hin welatiyan bêriyên xwe bicîh dianîn, hin ji wan jî yekem car e wan ciyan dibînin.

Piştî 3 cejnên ku bi qedexe û bergiriyên pandemiyê li Bakurê Kurdistanê derbas bûbûn, di cejna îsal ya Qurbanê de welatiyan hem pîrozbahiyên cejnê, hem jî geşt û geren xwe bi dilê kirin. Li ciyên geşt û gerê yên Diyarbekirê jî bizaveke girseyî ya geşt û gerê hebû.

Welatiyên ji Diyarbekirê û navçeyên wê jî piştî ku pîrozbahiyên cejnê temam kirine, li ciyên geştiyarî geştan kirin û balê kişandin ku demeke dirêje, ji van derftan dûr û bêpar mane.

Geştiyar Mîzbeh Bozûcû: “Herdu rojên eydiyê em çûn cejna malabtên nêzîk û dûr, me serdana wan kir. Me xwest hindeki jî li hewildorê bigerin. Li ciyên me yên dîrokî ku coğrafya Mezopotamya erdnîgariyeke dewlemend e. Me xwest bi malbatê re liv an deran careke din bigerin.”

Geştiyar Feysel Bozûcû: “Mêvanên me hatin û çûn me şekir da wan, em jî çûn serdanan, pir xweş derbas bû û înşelah xweştir jî bibe. Em ji Bismil hatine. Cejna me pir xweş derbas bû û înşelah daha jî xweş bibe. Xwedê deriyên xêrê veke înşelah û edaleta bixêr deyne înşelah.”

Bi taybet li derdora pira 10 çavî ya Diyarbekirê, di germahiya di ser 40 dereceyî de jî  li ber def û zirnê dîlan hatin gerandin û dîmenên geştiyarî û bûk û zavayên nû ku ji bo li wê bergê wêne bikşînin yên rengîn derketin holê.

Welatîyên ku ji bo geştê ji derveyî Diyarbekirê hatibûn jî, bi hêstewarî behsa geştên xwe kirin.

Geştiyar Gulîstan Esen: “Em bi hevalên xwe re ji Edeneyê hatin, 2-3 roj e em digerin. Ez qet naxwazim vegerim, lê mecbûrî emê vegerin. Geştên me gelek xweş derbas bûn.”

Geştiyar Haşîm Keskîn: “Ez gelek hêstewarim, ez ji vî bajara me Û 25 sal e em li Stembolê dimînin, her careke ku em derfet dibînin, tên û li bajara xwe digerin. Em niha jî bi malabtî hatine.”

Geştiyar Ahmet Ozsu: “Ez û hevalên xwe em ji Edeneyê hatin. Ez û hevalên xwe em ji Edene çûbûn Mêrdînê, em çûn ava spî û piştî ku şevekî li Mêrdînê man em hatin li Diyarbekirê digerin.”

Geştiyar Mûrad Santarû: “Em li Batmanê karê tekstîlê dikin. Me xwest di cejnê de li Diyarbekirê, li Amedê bigerin. Piçek berê em li pira 10 çavî bûn û em niha jî hatin vê derê. Di cejnê de em bi zarokên xwe re digerin.”

Cejna Qurbanê li Bakurê Kurdistanê bi pîrozbahî û geştan hat derbaskirin, lê daneyên vîrus û pandemiyê ku derketine jî, metirsiyên tenduristiyê dest nîşan dikin. Pispor jî hişyarî didin ku welatî, divê li gel bizavên xwe yên rojane, vaqsînên xwe bikin û tenduristiya xwe jî biparêzin