Mafnas: Siyaseta Tirkiyê, sedema zêdebûna êrîşên nijadperestiyê ye

Li Tirkiyê di nava 7 mehên borî de bi dehan caran êrîşên nîjadperestî li ser malbat û karkerên Kurd hatine kirine.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê di nava 7 mehên borî de li bajarên cuda yên vî welatî bi dehan caran êrîşên nîjadperestî li ser malbat û karkerên Kurd hatine kirine. Her dawî li Enqera paytexta Tirkiyê komeke nîjadperest ya 150 kesî û li Konyayê jî komeke 60 kesî ya nîjadperest êrîşê malbatên Kurd kirin. Li gorî hiqûqnas û mafnasan sedema sereke ya van êrîşan bêsizayî û zimanê dijminane ya siyaseta Tirkiyê ye ku dijî Kurdan bikartîne.

Di rojên dawî de taybetî li bajarên Tirkiyê êrîşên li ser malbat û karkerên Kurdan zede bûne. Di serî de Konya, Afyon, Mêrsîn û Enqerê pêleke nû ya nîjadperestî li ser Kurdan dest pê kiriye. Herî dawî li Enqera paytexta Tirkiyê komeke nîjadperest êrîşê malbateke Kurd kiribû û 4 kes birîndar bibûn, Li Konyayê jî Di êrîşa nîjadperestî de Kurdê bi navê Hakîm Dal ku xelkê Diyarbekira bakurê Kurdistanê ye canê xwe ji dest dabû.

Parêzer Abdulrahman Karabulut ku dozên malbatên Kurd yên li Konyayê rastî êrîşê hatine dişopîne dibêje bêsizakirin sedema sereke ye ku ev êrîş zêde dibin û daraz jî dijî Kurdan nîjadperest tevdigere.

Parêzer Abdulrahman Karabulut got: “Sedema sereke ya zêdebûn êrîşên nîjadperestî yên dijî Kurdan polîtîkaya bêsizayî yê ye. Li gel vê yekê dewlat û daraz van êrîşan weke êrîşên nîjadperestî nabîne û weke bûyereke edlî binav dike. Ger di Êrîşa meha Gulanê ya li Qonyayê dijî malbata Kurd pêk hatî êrîşkar bihatana girtin û sizayeke giran bihata dayîn êrîşên dawî pêk nedihatin. Êrîşên bi dijminane li ser Kurdan tê kirin di yasayê de sizaya wê di zindanê de heta heta mayîn e. Mixabin daraz jî dijî Kurdan nîjadperest tevdigere.”

Hevserokê Komeleya mafê mirovan hiqûqnas Oztûrk Tûrkdogan jî amajae dike ku lı gel ku di siyaseta navxweyî ya Tirkyê de zimaneke cudaker û tunehesibandî li dijî Kurdan tê bikaranîn çend sedemên din jî hene ku evqas êrîşên ser Kurdan tê kirin.

Oztûrk Tûrkdogan dibêje: “Helbet sedema sereke ya zêdebûna van êrîşan ew e ku di siyaseta Tirkiyê de taybetî deshilat û hevkarê vê MHP dijî Kurdan zimanê dijminatî û tunehesibandî bikartînin. Ligel vê yekê medyaya nêzî deshilatê jî bi zimanê xwe yê cudaker Kurdan dike armanca êrîşên nîjadperest. Herwiha gava ku li Tirkiyê behsa hilbijartinê çêbe êrîş li Kurdan tê kirin ku bitirsin û ji partiya dûr bikevin. Gel van sedeman di nava dewletê de jî hin kes hene ku bi zanebûn pêşiya wan êrîşan nagirin heta rê li ber êrîşan vedikin.”

Herwiha tenê di nava 7 mehên îsal de li bajarên Tirkiyê yên weke Konya, Mersîn, Afyon, Enqere û Sakaryayê komên nîşadperestî yên ku sedan kesî pêk tên bi dehan êrîş birine ser malbat û karkerên Kurd. lê belê li gorî parêzer û mafnasan di wan êrîşên ku bûne sedema mirina ciwanên Kurd de heta niha tenê çar kes hatine girtin lê kes nehatiye sizakirin.