Projeya pêkve girêdana elektirîka Kurdistan û Iraq û Tirkiyê gihişte qonaxa dawî
Hewlêr (K24) - Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê ragihand; projeya pêkve girêdana elektirîka Kurdistan û Iraq û Tirkiyê ber bi xilasbûnê ve diçe.
Di daxuyaniya xwe de Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye; ew projeya ku elektirîka Kurdistan û Iraqê bi elektirîka Tirkiyê ve girêdida û demekî beriya niha dest pê kiribû, dê heta dawiya vê mehê xilas bibe.
Herwiha hat diyarkirin; ev proje 400 KV e û dirêjahiya hêla wê 17 kîlometre ye û şiyana veguhestina wê jî 1000 megawatt e.
Wezaretê eşkere kiriye ku bi xilasbûna wê projeyê re daketina valtaj û giranî li ser elektirîka Kurdistanê namîne û kontrola wê hêlê jî dê di destê Herêma Kurdistanê de be.
Li gor daxuyaniyê; heyama wê projê 45 roj û budceya wê jî 4.5 milyon dolar bû.