Encûmena Wezîran çend pirsên girîng guftûgo dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 28/7/2021 bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane girê dide.
Li gor Fermengeha Medya û Zanyariyan, di civînê de ev mijarên li jêr tên guftûgokirin:
Yekem: berdewamiya guftûgoyên Encûmena Wezîran ji bo rêkxistina dahatên navxweyî û nîşandana gavên praktîkî yên wezaretan di vê derbarê de.
Duyem: Pêşkêşkirina raportekê derbarê rewşa zêdebûna berçav a keysên pêketiyên vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê û zêdebûna hejmara miriyan bi wê pandemiyê û rêkarên pêwîst yên divê werin girtin ji bo rûbirûbûna balavbûna pandemiyê.
Sêyem: Pêşkêşkirina pêşniyaza guhartina her du qeza (Soran û Zaxo) bo îdareyên serbixwe.
Çarem: Pêşkêşkirina mijara (hilgirtina çekê bê molet)
Pênçem: Destpêkirina Wezareta Samanên Sirûştî û Wezareta Darayî û Aboriyê bi amadekariyên dabînkirina sotemeniyê ji welatiyan re di demsala sermayê de.