AFAD: Di şewata li Manavgatê de 3 welatiyên me mirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Rewşa Bilez û Karesatê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand di şewata daristanê ya li Manavgatê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
AFADê li ser şewata daristanê ya li navçeya Manavgatê ya ser bi parêzgeha Antalya ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di şewata li Manavgatê de 3 welatiyên me mirin û şewatê bandor li ser 122 welatiyên me kiriye. 58 welatiyên me jî tên tedawîkirin.”
Qaymeqamê Manavgatê Mustafa Yîgît jî ragihand; 10 welatiyên wan ên ku piştî şewata li daristanê li Bendava Oymapinarê di restorantekê de asê mabûn, hatine xilaskirin.
Li Manavgata ser bi Antalyayê çend roj in li daristanê şewat derketibûn û tîmên agirkuj ji bejahî û esman ve hewla kontrolkirina şewatê dan.