DAIŞê êrîş kir: 6 kuştî û 23 birîndar

Çekdarên DAIŞê êrîşeke terorîstî bi ser konekî şînê de li devera Ebû Cîlî ya bajarokê Yesribê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê duh înê 30ê Tîrmeha 2021ê ragihand; li devera Ebû Cîlî ya li bajarokê Yesrib ê ser bi parêzgeha Selahedîn, hejmarek kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, çekdarên DAIŞê êrîşeke terorîstî bi ser konekî şînê de li devera Ebû Cîlî ya bajarokê Yesribê kirin û 6 kesên li şînê kuştin û 23 kes jî birîndar kirin.

Parêzgariya Selahedîn bi daxuyaniyekê bûyera êrîşê piştrast kiriye û ragihandiye ku di nav qurbaniyan de endamên hêzên ewlehiyê jî hene, niha hêzên ewlehiyê li pey encamderên êrîşa terorîstî ne.