Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser kuştina malbata Kurd peyamek belav kir

“Ez hêvî dikim encamderên vê bûyerê bigihin cezayê xwe.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li dijî malbata Kurd a li Konyayê şermezar kir û ragihand: “Ez hêvî dikim encamderên vê bûyerê bigihin cezayê xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek li ser êrîşa li dijî malbata Kurd belav kir û ragihand: “Ji ber nûçeya êrîşa hovane ya li dijî malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê, ez gelek xemgîn bûm.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hikûmeta min sersaxî dide malbata wan û ez hêvî dikim encamderên vê bûyerê bigihin cezayê xwe.”

 

 

Duh 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meram a Konyayê komekê ku berê xwe wek nijadperestên tirk dane nasandin ji malbatê re gotine; “Em ulkucî ango nijadperestên tirk in û em we li wan deveran nadin jiyandin” û êrîşî malbatê kirine û di wê êrîşê de 3 jê jin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştre jî mal şewitandine.

Parêzerê wê malbatê Abdurehman Karabulut li ser twitterê ragihand: “Kesên ketî û ne mirov malbata ku ez parêzerê wan bûm qetil kirin, me gelek caran hişyarî da. Lê 3 jê jin, bi giştî 7 kes qetil kirin.”

Hat ragihandin malbata Dedeogullari 24 sal e li Hasankoy dijîn û ên ku êrîş pêkanîne jî 15 sal in li heman taxê ne. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari.