Lehengeke Kobanî di Kîk Bosîngê de dibe yekema Sûriyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Lehengeke Kurd a ji bajarê Kobanê pileya yekem di werzişa Kîk Boksîngê de li ser asta Sûriyê bi dest anî.
Qehremaniya Komarê ya Kîk Boksîngê a Ciwanan roja 29ê Tîrmehê li bajarê Tertûsê yê Sûriyê dest pê kir û îro 31ê Tîrmehê bi dawî bû. Keça Kurd a 15 salî Sendirêla Kino di nava tîma bajarê Humsê de beşdarî vê qehremaniyê bû û pileya yekem li ser asta Sûriyê bi dest xist.
Sendirêla Kino ji bajarê Kobanê ye û niha bi malbata xwe re li bajarê Humsê dijî û ji berî 4 salan ve dest bi Kîk Bosîngê kiriye.
Sendirêla Kino di sala 2019an de jî medelyaya zîvî di heman werzişê de li ser asta Sûriyê bi dest xistibû.