Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdariya siyasî ji van bûyeran berpirsyar e

Koma Tifaqa Kurdistanî êrîşa li ser malbata Kurd li Konyayê û kuştina 7 endamên bi tundî şermezar kir û îro li Diyarbekirê di civîneke rojnamevanî de daxuyanî da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Tifaqa Kurdistanî êrîşa li ser malbata Kurd li Konyayê û kuştina 7 endamên wê bi tundî şermezar kir û ragihand, “Zimanê tund yê desthilatdariya siyasî, kiryarên ku cihêkarî û bihevketinê zêdetir dike, hedef nîşandayîna çapemeniya alîgir, bingeha êrîşên nîjadperest amade dike.”

Koma Tifaqa Kurdistanî îro li Diyarbekirê di civîneke rojnamevanî de daxuyanî da û ev jî naveroka wê ye:

Serê Malbata Dedeoglu û Gelê me Sax be...

Em vê êrîşa birêkûpêk û nîjadperest bitundî şermezar dikin!

Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest ên birêxistinkirî û di encamên peyanên lincê de kuştin û bi darê zorê ji cihê ku jiyan dikin dûrxistin her ku diçe zêdetir dibin.

Vê carê jî li Konya'yê dîsa bi êrîşeke nîjadperest malbatek e Kurd hate qetilkirin...

Çar kes jê jin bi tevahî Heft kes bi awayekî hovane hatin kuştin!

Bes bi vê jî neman, xanî dane ber agir!

Ev qirkirin, ne wek ku rayedarên hikûmetê îddia kirin di nav du malbatan de "şerê neyartî" an jî nelihevkirina li ser erd û axê bû... Ma ev bi çi awayî "neyartiya navbera du malbatane" ku 12 Gulanê 2021 an, malbatek bi tevî 60 kesan êrîşî malbateke din (malbata Dedeoğlu) dike? Ji malbata Dedeoğlu 6 kes birîndar dibin û tên derb kirin. Li ser vê êrîşê malbata Kurd ji rayedarên dewletê ên li wî bajarî ji bo ewlehiya xwe daxwaziya parastinê dikin. Tevî vê biryara parastinê ji heman malbatê 7 kes tên qetilkirin.

Bi mehan e birêkûpêkî li Konya Meramê û li navçeyên din malbatên Kurdan ji xwe re kirin armanc!

Ev qetlîam bi mehan e li ber çav bû, lê mixabin hikûmet ji bo parastinê tu tişt nekir.

Li Konya û berî wê li Afyonê, li Enqere û hwd. li bajarên din tişta ku hate jiyankirin ne "bihevketina Kurd û Tirkan" e!

Bûyera qetilkirina malbata Dedeoğulları li Konya Meramê, di 12 ê Gulanê de piştî êrîşa nîjadperest, ji ber polîtîkayên bêcezayiyê gihîşte asta herî bilind û mafê jiyana malbatekê ji dest hate girtin. Ji ber ku êrîşên heta niha hatin kirin wek sûcên nefretê nehatin dîtin. Bûyer ji aliyê meqamên lêpirsînê  wek çalakiyeke êrîşê ya ji rêzê hate nîrxandin.

Bi van êrîşan, ji Kurdan re bi awayekî eşkere wiha tê gotin; " Ger hun bixwazin li Konya-Afyon-Enqere-Manîsa-Stenbol... bijîn; divê hun wek Kurd neyên xûyakirin! Bi Kurdî neaxive û kesî aciz neke! Nasnameya xwe ya Kurdîtiyê jibîr bike! An na çi bê serê te tu yê bibînî! Li van bajaran li dijî gelê Kurd ku bi milyonan in, polîtîkayên çewsandinê tên ferzkirin.

Zimanê tund yê desthilatdariya siyasî, kiryarên ku cihêkarî û bihevketinê zêdetir dike, hedef nîşandayîna çapemeniya alîgir, bingeha êrîşên nîjadperest amade dike. Polîtîkayên bêcezayiyê yên li dijî êrîşên nîjadperest, xemsariya hêzên ewlekariyê, dema em van hemûyan bidin ber çav diyar e ku êrîşkar vê hêzê ji ku digirin.

Desthilatdariya siyasî ji van bûyeran berpirsiyar e. Piştî êrîşên nîjadperest ên li hember Kurdan em li gor pendên Komîteya Cihêkariya Nijadan a Neteweyên Yekbûyî (BM) dixwazin ku li ser nîjadperestiyê lêpirsîneke bi bandor bê kirin û tedbîrên ku bê ceza nemîne bên girtin. Berpirs û berpirsiyarên vê qetlîamê divê yekser bên dîtin û derbikevin dadgehê.

Em bang li hemû hêzên demokrasiyê yê Tirkiyeyê, partiyên muxalif, saziyên sivîl yên civakî dikin ku li hemberî van êrîşên nîjadperest bi awayekî çalak û eşkere bisekinin.

Em li hember êrîşên nîjadperest ên ji ber nasnameya Kurdîtî ya gelê me ne û li hember van êrîşan em didin xûyan ku gelê me tu caran ne bi tenê ye.

01/ 08/ 2021 

Koma Tifaqa Kurdistanî