Ji ber agirê li Manavgatê bi dehan gund şewitîne

Li Manavgata navçeya Antalyayê bi dehan gund hatin valakirin û malên gelek welatiyan şewitîn ku welatî li benda alîkariyê ne
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di şewata ku 28ê Tîrmehê de dest pê kir, li Manavgata navçeya Antalyayê bi dehan gund hatin valakirin û malên gelek welatiyan şewitîn ku welatî li benda alîkariyê ne. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di serdana xwe ya Manavgatê de da zanîn ku dewletê bi pêdiviyên lezgîn 50 milyon lîre bo herêmên ji şewatê bibandor bûyîn rêkiriye.

Di 28ê Tîrmehê de li navçeya Manavgat a Antalyayê li 4 xalên daristanî di heman demê de şewat dest pê kir û di demeke kin de hat ragihandin ku li 98 deveran şewat berfireh bûye. Li navçeya ku şewat lê dest pê kirî li Manavgatê jî bi dehan gund hatin valakirin, bi sedan mal şewitîn, 35 gundan kehrebe qut bû û li 25 gundan jî av qut bû. Yek ji gundên ku ji şewatê ziyaneke mezin dîtîn jî gundê Belenobasi ya Manavgatê ye ku welatiyek a ji vî gundî Aygul Enwer jî dibêje niha ne çavkaniyek bo debara wê maye û ne jî malek ku tê de bimîne maye di destê wê de.

Mexdura şewatê Aygul Enwer ji K24ê re got: “Agir ji nişka ve gihişt gund. Em jî reviyan. Xaniyê min bû xwelî. Min çêlekek tenê hebû, hemû debara min li ser wê çêlekê bû. Ew çêlek jî mir. Ez nizanim ezê çi bikim. Gotin emê zirara we dabîn bikin. Tîmên dewletê bo tespîta zirarê hatin û çûn. Em niha li benda alîkariyê ne”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Manavgatê de da zanîn ku dê bo kesên xaniyê wan şewitî ne di nava salekê de xaniyên nû ava bikin û dewletê bo pêdiviyên lezgîn 50 milyon lîre şandiye herêmên şewat lê rû dayîn û anî zimên ku derdora 8 hezarî ajal ji ber şewatê mirine. Welatî jî dibêjin wan qet karesatek wisa li derdora Manavgatê nedîtibûn.

Welatiyekî din dibêje: “Ba gelek hebû. Ji meteorolojiyê 3 roj berê hişyarî jî dabûn û hatibû gotin dê pileya germê bibe 45 û dê hewa jî ziwa be. Derbarê sedema şewatê de gelek gotegot hene lê ez ji vir im û 60 salî me. Min di jiyana xwe de tiştek wisa nedîtibû”

Şewata ku ji bajarê Osmaniye heta bajarê Muxlayê daristan dane ber xwe ji ber bayê carcaran qada xwe berfireh dike û bo kontrolkirina şewatê jî 13 balefirên mudaxaleyê û 45 helîkopter ji Derya Sipî avê distînin û dia gir de dikin k udi encama şewatê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan welatî jî birîndar bûn.